Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta “propagandeya rêxistinê” fezleke ji bo Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botan, parlamenterên HDPyê yên Wanê hatiye amadekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê aşkere kir ku fezleke ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê hatiye amadekirin.
Lêpirsîn ji bo çar parlamenteran hatibû vekirin
Piştî ku operasyona li ser Efrînê di 20ê Kanûna Paşiyê de dest pê kiribû Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber tweetên derbarê operasyona li ser Efrînê lêpirsîn li Nadîr Yildirim, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê û Ayhan Bîlgen, Berdevkê HDPyê lêpirsîn vekiribû.
22yê Kanûna Paşiyê bi heman tohmetê lêpirsîn li Alîcan Onlu, Parlamenterê HDPyê yê Dêrsimê û herî dawî jî li Osman Baydemîr, Parlamenterê Rihayê hatibû vekirin. (AS/FD)