Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) ku 24ê Sibatê bi dengên 15 welatan ji bo 30 rojan li Sûriyeyê biryara agirbestê derxistibû, îro careke din bilez kom dibe.
Civîn li ser daxwaza Îngiltere û Fransayê çêdibe û wê li navenda NYyê ya li New Yorkê ji çapemeniyê girtî wê bi rê ve biçe.
Di vê civînê de wê li ser agirbesta li Sûriyeyê nirxandin bên kirin û wê giftûgo li ser wî tiştî çêbibe ku çima agirbest pêk nayê.
NY wê Rapora Mafên Mirovan aşkere bike
Di vê navberê de Zeyd Raad El Huseyîn Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NYyê wê îro li Cenêvê civîneke çapemeniyê li dar bixe û rapora NYyê ya salê ya derbarê binpêkirina mafên mirovan li cîhanê aşkere bike.
Çavlirêye ku di raporê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê ciyekî berfireh bigire û li gel Sûriyeyê, Myanmar û Yemen jî di nav de behsa bilançoya li 47 welatan bike.
El Huseyîn hefteya derbasbûyî êrîşên li ser sivîlan ên li Rojhilatê Xûtayê bi gotina “sûcên şerî û sûcên li hemberî mirovahiyê yên” nirxandibû. (PT/FD)