Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Tirkiyeyê ji Almanyayê xwestiye ku Salih Muslim Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) biryara demkî derxin û wî bişînin Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê biryara dadgehê roja 2yê Adarê ya 2018yê ji Almanyayê re hatiye şandin û hatiye xwestin ku Mûslimî bigirin û wî bîşinin Tirkiyeyê.
Salih Muslim li ser daxwaza Tirkiyeyê 25ê Sibatê li Prag, paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin. 27ê Sibatê derketibû pêşberî dadgehê û serbest bûbû. Muslim piştî serbest bûbû derbasî Almanyayê bûbû. 3yê Adarê roja şemiyê li Berlînê beşdarî mîtîngê bûbû û li vir axivî bû.
Çi bûbû?
Di 17ê Sibata 2016ê de li cihê ku Meydana Înonîyî û Cadeya Dîkmenê digihîne hev, di siet 18.30ê de êrîşek li wesayita leşkerî hatibû kirin.
Di êrîşê de 28 kes miribûn.
TAK(Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê) xwe wek berpirsa êrîşê nîşan dabû.
Di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de, biryara girtinê ji bo 48 kesan hatiye dayin ku hevserokê PYDyê, Salih Mûslim û 5 fermandarên pile-bilind ên PKKyê Zûbeyîr Aydar, Remzî Kartal, Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyn jî tê de ne. (HK/FD)
Fotoğraf: Erbil Başay – Berlin/AA