Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî îro bi rêya telefonê bi hev re axivî ne û pêşketinên li Sûriyeyê û têkiliyên di navbera Tirkiye û Fransayê de nirxandine.
Piştî axavtina her du serokan ji çavkaniyên Serokomariya Tirkiyeyê û yên Serokomariya Fransayê daxuyaniyên ji hev cuda hatin dayin.
AA: Di mijara agirbestê de li hev kirine
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) her du serok li ser wê biryara agirbestê sekinîne ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî derbarê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê standibû. Li gorî vê nûçeyê her du serokan di mijara agirbestê de li hev kirine. Gotine ku ev pêşketin ciyê kêfxweşiyê ye û Xûtaya Rojhilat d iserî de ji bo rewşa mirovî baş bibe divê agirbest pêk bê.
Reuters: Macron Efrîn jî beşdarî wan herêman kir ku agirbest lê heye
Li gorî nûçeya Reutersê ji çavkaniyên Serokomariya Fransayê ragihandiye, di axavtina her du Serokan de operasyona li ser Efrînê ya Tirkiyeyê jî hatiye rojevê.
Di vê nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Macronî ji Erdoganî re gotiye agirbesta li Sûriyeyê ya NYyê herêma Efrînê jî dihewîne nava xwe.
Macronî ji Erdoganî re gotiye ku divê agirbest bi temamî pêk were û ev tiştekî mecbûrî ye.
Gotibû ku “Bila operasyona Tirkiyeyê veneguheze dagirkeriyê”
Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê 30ê Kanûna Paşiyê ji rojnameya Le Figaroyê re axivî bû û derbarê operasyona li ser Efrînê gotibû ku divê operasyona Tirkiyeyê veneguheze dagirkeriyê. Serokwezîr Yildirimî di bersiva Macronî de gotibû “Hizra Fransayê şaş e”. (PT/FD)
*Çavkanî: Reuters, AA