Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) tîmên taybet ên polîs û cendermeyan ji Gulbaba ya Kilîsê û Hassaya Hatayê ketin nava sînorê Efrînê. Tîmên taybet li Navenda Wezîfeya Hevbeş a Wezareta Navxweyî ya li navçeya Islahiyê ya Dîlokê kom bûbûn.
Çavkaniyên fermî aşkere kirine ku tîmên taybet wê pêşiyê li ketina wan gundên ku “hatine bi dest xistin” û beşdarî operasyonên li gund û bajaran bibin. 20ê Sibatê hatibû aşkere kirin ku wê tîmên taybet ber bi Efrînê ve derkevin rê. Di heman demê de hêzên bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve girêdayî ji bo alîkariya hêzên YPGyê ketibûn Efrînê.
Nûnerê Sûriyeyê li NYyê: Divê agirbest li Efrînê jî pêk weke
Beşşar el Caferî Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekgirtî ji bo biryara “agirbesta mirovî” ya ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî standibû got, “Divê agirbest li Efrînê jî pêk were”.
El Caferî her wiha diyar kir ku ji ber hêzên çekdar li Xûtaya Rojhilat moşek û roketan diavêjin pirsgirêkên cidî derdikevin. (PT/FD)