Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Tweede Kamer baskê jêr ê Parlamentoya Hollandayê duh bi şev ew pêşnûme qebûl kir ku bûyerên 1915yê weke qirkirin qebûl dike.
Hemû partiyên mezin piştgirî dan pêşnûmeyê û li hemberî 3 dengên neyênî 142 dengên erênî ji bo pêşnûmeyê hat dayin.
Li tevahiya dinyayê heta niha zêdetirî 20 parlamentoyên welatan bûyerên 1915yê weke qirkirin qebûl kirine.
Sigrid Kaag Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê derbarê pêşnûmeyê de got ku hikûmet wê di nîqaşa “pirsgirêka qirkirina Ermeniyan” de berdewam be û di vê mijarê de wê “helwesta xwe ya xwînsariya xwe” berdewam bike.
Kaagî her wiha diyar kir ku wê “hikûmet di vê mijarê de weke Tweede Kamerê tevnegere”.
Bila di bîranînên 24ê Nîsanê de wê nûnerê fermî bişînin
Parlamentoyê li gel vî tiştî biryareke din jî qebûl kir ku “hikûmet bila di 24ê Nîsanê de nûneran bişîne bîranînên Qirkirina Ermeniyan li Erîvanê^” ku her ji 5 salan carekê li dar dikeve.
Partîya Yekîtiya Xristiyanan (CU) her dû pêşnûme jî pêşkêşî parlamentoyê kiribû ku hevkarê biçûk ê koalisyonê ye.
Piştî biryar li Parlamentoya Hollandayê hat qebûlkirin Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku “em vê biryarê bi tundî şermezar dikin”. (PT/FD)