Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
14 roj bûn ku birêvebirên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP)/Kongreya Gelan a Demokratîk(HDK) desteserkirî bûn.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDPyê Celalettin Can jî tê de 16 birêvebirên HADP/HDKyê duhî(20ê Sibatê) hatin dadkirin. Bi sûcê “endambûna rêxistinê” biryara girtinê ji bo wan hat dayin.
Çar dadgeriyên Stenbolê ji bo Celalettin Can, Filiz Yılmaz, Metin İlan, Suphi Yıldız, Bedia Aydemir, Gonca Yangöz, Şamil Altan, Abdulselam Yolcu, Taylan Talaş, Hüseyin Gencer, Atilla Sayır, Erhan Sarıkaya, Gülsen Biter, Vahit Dalgıç, Taylan Ürün û Can Memiş biryara girtinê da.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê 9 birêvebirên HDPyê jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
(BK/MB)