Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay îro piştî derket pêşberiya dozgeriyê bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê hat dayin. Kemalbay ji 13yê Sibatê û vir ve desteserkirî bû.
Beriya kongreya HDPyê ya 11ê Sibatê li hemberî gelek kesên ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP û pêkhateyên wan operasyon hatibû lidarxistin û gelek kes hatibûn desteserkirin. Derbarê Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbayê jî biryara desteserkirinê hatibû derxistin lê Kemalbayê diyar kiribû ku biryar ji bo wê nehatiye şandin.
Buroya Çapemeniyê ya HDPyê aşkere kiribû ku polîsan 13ê Sibatê li Stenbolê bi ser mala Kemalbayê de girtine, deriyê mala wê şikandine û dest danîne ser hin komputer û notan.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Kemalbay ji ber axavtina ku di 3yemîn Kongreya Awarte ya HDPyê de kiriye bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” hatiye desteserkirin.
Kemalbayê çi gotibû?
Kemalbayê di 3yemîn Kongreya Awarte ya HDPyê de axivî bû û gotibû; “Ji bo parastina aştiyê, ji bo avakirina civakeke wisa ku herkes karibe li gorî baweriya xwe, bi nasnameya bijê em ê têkoşînê bikin.
“Efrîn îro ciyekî wisa ye ku bi qasî navçeyeke mezin e. Ji bo gelên Tirkiyeyê ti hinceteke biwate ya derbarê li ser Efrînê tune ye. Îro kesên îmzeyan tavêjin li ser bombeyan berpirsê van mirinên sivîlan in. Li Efrînê berxwedaneke gelekî mezin çêdibe. Çima? Çinku heke hûn şer li gelan vekin hûnê winda bikin.” (PT/FD)