Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Kovara Medium Magazin a Almanyayê dê xelata “Rojnamegerên Salê” bide Deniz Yucel û hevalên wî. Hevalên Yucelî însiyatîfeka bi navê #FreeDeniz ava kiribû.
Lijneya xelatdanê diyar kir xelat dê ji ber “israra ji bo azadiya medyayê û bilindkirina rûmeta rojnamegerên li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne” ev xelat dê bê dayin.
Bixwîne - Denîz Yûcel, nûçegihanê Die Weltê ji girtîgehê nameyek nivîsî
Deniz Yucelî li hesabê xwe yê Twitterê nivîsî:
“Ji bo piştgiraya we mala we ava be. Ez hêvî dikim hûn ji bo wê yekê xweşbîn bin ku min nekarî bersiva we bidim. Em neketin bazarên reş lê em ji bazarên(roja yekşemê) aram hez dikin.”
Desteğiniz için minnettarım. Cevap veremediğim için anlayışınızı rica ederim. Kirli pazarlıklara girmedik ama sakin pazarları severiz. @welt pic.twitter.com/V9fVejfXi2
— Deniz Yücel (@Besser_Deniz) 18 Şubat 2018
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yucel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(PT/MB)