Wêne: Murat Kaynak – Enqere / AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rex Tillerson bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşogluyî re civiya û piştî civînê bersiva pirsan da. Tillerson di 11ê Sibatê de dest bi gera li rojhilata navîn kiribû. Duhî Tillerson û serokwezîrê, Recep Tayyîp Erdoganî jî hev dîtibûn.
Çavuşogluyî got:
“Em di asteka krîtîk de ne.
“Bêguman ji bo vê yekê divê gav bêne avêtin. Daxwazên herdu aliyan jî hene. Me daxwazên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî FETO(Rêxistina Terorî ya Fethillahgir), PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) û YPGyê(Yekîneyên Parastina Gelî) gotin.
“Heta niho gelek soz ji bo me hatin dayin lê nehatin kirin.
“Piştî krîza vîzeyê me komeka xebatê bi hev re çêkir. Em hêvî dikin xebatên wê komê berfirehtir bikin.”
Tillersonî got ew daxwaza parastina sînorê xwe ya Tirkiyeyê bi awayekê gelek ciddî dibîne.
“Em ji Tirkiyeyê lawa dikin bila zerer li sivîlan nebe.
“Me eşkere kir sînorê piştgiriya me ya ji bo HSD(Hêzên Sûriyeya Demokratîk) heta asteka dîyarkirî be. Me her dem piştgiriya demokrasiya Tirkiyeyê kiriye.
“Em ê ji bo hemiya bakurê Sûriyeyê [bi Tirkiyeyê] re bi hev re bixebitin.
“Em ê piştgiriya pêvajoya civînên Cenevê bikin.”
(PT/MB)