Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr, Bînalî Yildirimî bersiva pirsên televizyona ARDyê ya Almanyayê da. Ji bo rojnamegerê Almanî-Tirkiyeyî Denîz Yucelî got ew hêvî dike di demekê nêzîk de serbest bibe.
Ji bo Deniz yucelî hê îdianameyek jî nehatiye amadekirin lê ew di girtîgehê de ye.
Bixwîne - Ji ber parvekirinên li medyaya civakî 5 kes hatine girtin, 17 kes hatine desteserkirin
Serokwezîrî got heke Amerîka digel YPGyê(Yekîneyên Parastina Gel) bi Tirkiyeyê re şerî bike Tirkiye dê bi Amerîkayê re jî şerî bike.
Bînalî Yildirimî diyar kiriye ji ber operasyona li ser Efrînê ti kes nehatine girtin. Gavên hiqûqî ji bo wan kesan tê avêtin ku ew opersyonê wek şerekê bi nav dikin.(EKN/MB)
Bixwîne - 474 kes ji ber parvekirinên li ser "Efrînê" yên li medyaya civakî hatine desteserkirin