Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsîn derbarê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onderî de daye destpêkirin.
Daxuyaniya Serdozgeriyê ku di ajansên nûçeyan de hatiye belavkirin, hatiye diyarkirin ku, ji ber duh (11yê Sibatê) di kongreya HDPyê de posterî Abdulla Ocalan Serokê PKKyê hatiye vekirin û daxuyanî derbarê operasyona li ser Efrînê hatine dayin, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye, pesnê sûc û sûcdarî kiriye û dijminatî û kînê di nava gel belav bike” lêpirsîn daye destpêkirin.
Ahmet Akça wekîlê Serdozgeriya Komarî yê Enqereyê herweha ji ber axavtinên di salên 2008 û 2015yê de kirine bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” îdianame amade kiriye.
Yildirim: Dozgeriyê tiştê ku hewce dike kiriye
Serokwezîr Binalî Yildirim li gel Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaevî civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê lêpirsîna li ser Onder û Buldanê de hatiye destpêkirin wiha got;
“Dozgeriyê tişte ku hewce dike kiriye. Partiya siyasî ya ku li Tirkiyeyê xebatên siyasî dike, divê beriya her tiştî ji gelê me re aşkere bike ku wê peywendiya xwe ya bi terorê re qut kiriye. Em li bendê vê ne.”
Bûldan: Çareserî ne şer lê aştiye
Bûldanê di kongreyê de wiha gotibû:
“Krîza aboriyê her ku diçe mezin dibe. Ew bombeyên ku li Efrînê tên avêtin, dikeve ser sifreya gelên Tirkiyeyê. Samana vî şerî li stuyê gel bar dikin.
“Greva ku karkerên metalê dixwazin ji bo mafên xwe yên civakî û aborî bi rê ve biçin, bi hinceta ewlekariya netewî hat qedexekirin. Ji bo ku rastiyê nenivîsin medya hatiye bêdengkirin.
“Heke ku ev boçûn neyê sekinandin, wê welatê bilez ber bi kendalê ve biçe. Em li vir careke din bang li desthilatê dikin. Hîna ne dereng e werin dest ji van polîtîkayên xwe berdin.
“Çareserî ne şer lê aştiye. HDP tekane partiye ku îro aştiye diparêze. Li hemberî me bloka neteweperwer heye ku li cem polîtîkayên şerî disekinin. HDP û pêkhateyên xwe tekane hêz in ku li hemberî şer derdikevin, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne.”
Onder jî di axavtina xwe de diyar kiribû ku digel operasyonên desteserkirinê 32 hezar kesan salona kongreyê dagirtiye û wiha gotibû:
“Digel hemû astengiyan, li çarhawirê welêt li van otobusan geriyan, di kontrolê de derbas bûn, tenê yek tişt ji hundirê wan derket; baweriya bi demokrasiyê, bêrikirina aştiyê û vîna azadiyê.” (BK/FD)