Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serpîl Kemalbay Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya kongreya ku wê di 11yê Sibatê de çêbibe, li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xist û aşkere kir ku Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî weke namzetên hevserokatiyê hatine hilbijartin.
Kemalbayê derbarê amadekirayên kongreyê û desteserkirin û girtinan kir:
“Wê dengdan ji bo Temellî û Buldanê bê kirin”
“Piştî konferansên me komisyonên me xebatên xwe berdewam kirin. Di encama van xebatan de namzetên hevserokatiya giştî û endamên Meclîsa Partiyê diyar bûn. Komisyona me ya lihevkirinê jî hevkariyek derxist holê.
“Parlamentera me ya Stenbolê Pervîn Bûldan û parlamenterê me yê Serdema 25ê Sezaî Temellî du navên ku di komisyona lihevkirinê de derketine pêş. Di kongreyê de wê weke namzetên hevserokatiya giştî ji bo wan deng bên dayin.
Kemalbayê got ku wê gelek mêvan beşdarî kongreya wan bibin ku Serokê Koma Çep ê Parlamentoya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê, namzetên Podemosa ji Spanyayê, yên Syrizaya Yewnanîstanê, ji Qibrisê û Filistînê hin ji wan in.
“Ji bo beşdariya li kongreyê asteng bikin desteserkirin û girtin çêdibin”
“Desthilata AKP-Erdoganî fişaran berdewam bikin. Em dizani ku ji bo pêşî li beşdariya kongreya me bigrin operasyonên desteserkirin û girtinê li dar dixin. 14 hevserokên me yên bajaran ji 20ê Kanûna Paşiyê û vir ve desteserkirî ne. 18 rêveberên me yên bajar û navçeyan, 7 endamên Meclîsa Partiya me desteserkirî ne. Em bi wan operasyonên li ser pêkateyên me re rû bi rû ne.”
Pervîn Bûldan kî ye?
Sala 1967ê li Colemêrgê ji dayik bûye. Siyasetmedar e.
Dayika du zarokaye.
Hevjînê wê Savaş Bûldan ku karsaz bû, piştî daxuyaniya serokwezîra demê Tansûr Çîllerê 4ê Çiriya Paşiyê ya 1993yê de got, “Di destê me de lîsteya karmendên Kurd ên ku alîkariya PKKyê dikin heye. Di lîsteyê de bi qasî 60 navan heye. Dewlet çawa ku têkoşînê bi PKKyê re dike wê bi wan kesan re bike ku alîkariya darayî didin PKKyê” hat revandin, hat kuştin, lê kujerên wî nehatin dîtin.
Bûldan yek ji endamên Dayikên/Mirovên Şemiyê ye û weke Seroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine kar kiriye.
Sala 1999ê di hilbijartinan de li Stenbolê weke namzeta parlamenteriyê ya HADEPê hat nîşandan. Ji ber ku partiya wê benda ji sedî 10ê derbas nekir, nekarîbû bibe parlamenter.
Dîsa sala 2002yê ji hêla DEHAPê ve weke namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê hat nîşandan lê ji ber ku partiya wê benda hilbijartinê derbas nekir, nebû parlamenter.
Sala 2005ê ji hêla saziyeke jinan a Swîsreyê weke namzeta Xelata Aştiyê ya Nobelê hat nîşandan.
Di serdema 23, 24, 25 û 26ê weke Parlamentera Îdirê ya HDPyê hat hilbijartin. Bûldan Wekîla Serokê Meclîsê ye.
Sezaî Temellî kî ye?
Sala 1963yê li Stenbolê ji dayik bûye.
Piştî Beşa Darayî ya Fakulteya Iqtîsadê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye li heman zanîngehê doktora kiriye.
Dema ku li Beşa Darayî ya Rêveberiya Civakê û Zanyariya Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê weke dersdêr kar dikir, bi KHK ya 675ê ya di encama Rewşa Awarte de hatibû ragihandin ji zanîngehê hat îxrackirin.
Weke Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Aboriyê Berpirs yê HDPyê kar dike.
Di Serdema 25ê de (Hilbijartina 7ê Hezîranê) weke Parlamenterê Stenbolê yê HDPyê hat hilbijartin. Di hilbijartina 1ê Çiriya Paşiyê ya 2015yê de nehat hilbijartin. (EKN/FD)