Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hollandayê eşkere kir ku wê bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Li gor rojnameya Financial Timesê Tirkiye li bendê bû Hollandê lêborînê bixwaze.
Di 12ê Adara 2017ê de Hollandayê destûr nedabû wezîra karên malbat û polîtîkayên civakî, Fatma Betul Sayan Kaya li balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hollandayê ji bo referandûma Tirkiyeyê mîtîngekê pêk bîne.
Di heman demê de serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Hollandayê gotibû “jibermayîya Nazîyan.”
Li gor medyaya Hollandayê, Hollanda li bendê bû ji ber van gotinên serokkomarê Tirkiyeyê lêborîn ji wê bê xwestin.
Bixwîne - Hollandayê balyozê xwe bi awayekê fermî ji Tirkiyeyê vegerand
Piştî bûyerê balyozê Hollandayê yê li Tirkiyeyê vegeriyabû Hollandayê lê Tirkiyeyê destûr nedabû wî ku dîsa li Tirkiyeyê vegere.
Balyozê Hollandayê digel ku nedikarî bê Tirkiyeyê jî bi fermî balyoz bû. Wezareta Karên Derve ya Hollandayê biryara vegerê bi awayekê fermî da.
Herweha wezîrê karên derve yê Hollandayê da zanîn ku Hollanda jî dê destûrê nede Tirkiyeyê ku ji bo balyozxaneya xwe ya li Hollandayê Balyozekê erkdar bike.(PT/MB)