Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyip Erdogan ji bo îro bi papayê Francesco re bicive şeva dî çûye Vatikanê. Mijara civînê dê rewşa Qudsê be.
Ji sala 1960ê ve têkiliyên dîplomatîk yên Tirkiye û Vatîkanê hene. Tirkiyeyê cara pêşiyê sala 1962yê balyozxaneya xwe li Vatîkanê vekir.
Piştî ku di sala 1959ê serokkomarê Celal Bayar çûbû Vatîkanê Erdogan duyem serokkomarê Tirkiyeyê ye ku çûye Vatîkanê.
Barpirsiyarîya Îtalyayê ya Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê(Amnesty International) bangnameyek belav kir û bi van gotinan daxwaza xwe diyar kir:
“Em ji her kesên ku dê bi Erdoganî re bicivin dixwazin ku bila jê re bêjin bila ew rêzê li mafên mirovan bigire.
“Heke hûn vê yekê nekin Erdogan dê qane bibe ku her tişt ketine di rêya xwe de û dê vegere. Ev yek dê bigihe encameka mehû.”
(PT/MB)
Çavkaniyên nûçeyê: Deutsche Welle, BBC Turkçe