Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê li hemberî operasyona li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir ku Artêşa Çekdar a Tirkan (TSK) bi beşdariya Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) re di 19yê Kanûna Paşiyê de dabû destpêkirin.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de hatiye belavkirin, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê gotiye, herêma Efrînê yek herêmên Sûriyeyê ye ku nayê parçekirin. Rêveberiya bang li Sûriyeyê kir ku Efrînê û sînorên xwe li hemberî Tirkiyeyê biparêze.
“Bi operasyonê gef li ser gelê sivîl tê xwarin”
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Yekîneyên Parastina Gel 6 sal in ji bo serweriya xaka Sûriyeyê û saziyên netewî yên Sûriyeyê biparêze û ji bo ku komên weke DAIŞ û El Qaîdeyê li herêmê û li ser xaka Sûriyeyê serdestiya xwe ava nekin têkoşînê dike.
Di daxuyaniyê de operasyona TSK û ASAyê bi gotinên “gefeke cidî ya li ser serweriya xaka Sûriyeyê, li ser mafê jiyanê ya gelê sivîl ê li herêma Efrînê û ewlekariya vê herêmê” hatiye nirxandin û hatiye gotin ku ew ê li hemberî vê li ber xwe bidin.
“Em li bendê ne ku dewleta Sûriyeyê bi berpirsiyariyên xwe re rabe û Efrînê û sînorên xwe ji Tirkiyeyê biparêze. Divê rêveberiya Sûriyeyê hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bi rêk û pêk bike û ji bo parastina herêma Efrînê divê berpirsiyariyên xwe bi cî bîne.”
Feysel Mîqdat duh (25ê Kanûna Paşiyê) ji BBCyê re axivî bû û gotibu ku “Dagirkirina Tirkiyeyê bi awayekî vekirî dide xuyakirin ku binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye, êrîşeke li ser serweriya Sûriyeyê ye.
Mîqdatî her wiha diyar kiribu ku “Em dikarin vê bi awayekî gelekî vekirî bibêjin. Sîstemên berevaniya me yên hewayî amade ne:” (BK/FD)