Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Feysel Mîqdat Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li Şamê paytexta Sûriyeyê bersiva pirsên Lyse Doucet Nûçegîhana nûçeyên Dîplomasiyê ya BBCyê da.
Mîqdatî derbarê operasyona li ser Efrînê de got, “Dagirkirina Tirkiyeyê bi awayekî vekirî dide xuyakirin ku binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye, êrîşeke li ser serweriya Sûriyeyê ye.”
“Êrîşa li ser serweriya Sûriyeyê ye”
Li ser gotina Lyse Doucetê ya ku digot “Tê gotin ku Rûsyayê rê çav ji vê re girtiye” Mîqdatî wiha bersiv da: “Ez nizanim. Em dizanin ku bê Rûsya çi difikire. Ez wisa nafikirim ku wê Rûsya li ser navê Sûriyeyê tevbigere yan jî ji derveyî wan prensîban tevbigere ku heta niha li Sûriyeyê di parast.
“Lewle ev êrîşeke Tirkiyeyê ya li ser serweriya Sûriyeyê ye û her cure mafê Sûriyeyê heye ku bersiva êrişên bi vî awayî bide.”
“Rasterast an jî rasterast em bersivê didin”
Mîkdatî li ser pirsa Doucetê ya ku digot, “Hûnê bersiva vê bi rengê leşkerî bidin?” wiha got: “
“Rasterast an jî ne rasterast em bersivê didin. Hûn dikarin li tiştên heta ku niha qewimîne binêrin. Polîtîkaya me bi xwe heye, sekna me bi xwe heye. Me ev êrîş şermezar kir û em ê li gorî vê tevbigerin.”
“Sîstemên berevaniya me yên hewayî amade ye”
Doucetê pirsî ku “xistina balafiran jî di nav de ye?” û Mîqdatî wiha bersiv da:
Em dikarin vê bi awayekî gelekî vekirî bibêjin. Sîstemên berevaniya me yên hewayî amade ne:”
Derbarê gotina Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê de jî Mîqdatî axivî ku Tillersonî gotibû “Leşkerên DYAyê wê di demeke kurt de ji xaka Sûriyeyê dernekevin”.
Mîqdat ev daxuyanî bi gotina “Xetayeke din a wêrankar” nirxand.
Di vê navberê de tûra nû ya derbarê hevdîtinên aştiyê yên li ser şerê navxweyî ya li Sûriyeyê wê îro û sibê li Vîen paytexta Avûstûryayê bi rê ve biçe ku di bin serperetiştiya Neteweyên Yekgirtî de çêdibe.
8emîn hevdîtinên li Cenêvê têk çûbûn ku di Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de li dar ketibûn. Staffan de Mistura Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê Sûriyeyê gotibû ku hevdîtinên nû wê di meha Kanûna Paşiyê de dest pê bikin. (PT/FD)