Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bekîr Bozdag Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîrî duh bi şev piştî civîna Lijneya Wezîran civîna çapemeniyê li dar xist.
Bekîr Bozdagî diyar kir ku Lijneya Wezîran, pêşniyara Lijneya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) ya derbarê dirêjkirina Rewşa Awarteyê de nirxandiye û biryar girtiye ku Rewşa Awarte 3 mehên din dirêj bibe.
Bozdagî got ku wan tezkereya dirêjkirinê amade kiriye û şandiye Serokatiya Meclîsê. Li gorî vê encamê wê Rewşa Awarte ji 19yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê û şûn de ji bo 3 mehên din bê dirêjkirin.
“Divê DYA piştgiriya xwe demildest bi dawî bike”
Bozdag derbarê daxuyaniyên rayedarên DYAyê û yên Hevpeymana Navnetewî ya li dijî DAIŞê de jî nirxandin kir û wiha got ku “Hevkariya DYAyê ya bi hinceta têkoşîna li hemberî rêxistina terorê DAIŞê re ya ji PYD/YPGyê şaş e ku baskê PKKyê yê li Sûriyeyê ye”:
“Çi stratejîk be çi konjonkturel be, çi demkî be me got ku gaveke bi vî awayî şaşiyeke gelekî mezin e, me gelek caran destnîşan kir ku divê alîkariya çekan ji bo van neyê kirin. Her gav ji me re heman tişt gotin lê encamên ku derketine holê gotinên wan piştrast nakin.
“Girîng e ku çekên dane PYD/YPGyê ji wan bistînin ku baskê PKKyê yê li Sûriyeyê ye. Gelekî girîng e ku DYA piştgiriya ji bo PYD/YPGyê demildest bi dawî bike.
“Divê dawî li wan hewldanan bê anîn ku korîdora terorê li herêmê bê avakirin û piştgiriyê nedin hewldanên avakirina artêşeke terorê.” (AS/FD)