Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî aşkere kiribû ku ew di 3yemîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de nabe namzet ku kongre wê 11yê Sibatê çêbibe. Demîrtaş 14 mehin ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin.
Lê piştî vê daxuyaniya Demîrtaşî endamên partiyê û kesên dengên xwe dane HDPyê ji bo ku Demîrtaş careke din bibe namzet û bibe hevserok kampanyeya îmzeyê dabûn destpêkirin.
Selahattîn Demîrtaşî bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Demîrtaşî got ku ew kampanyayên bi vî rengî ‘rast’ nabîne û diyar kir ku wê ev nîqaş zerarê bidin amadekariyên kongreyê. Demîrtaşî got ku ew li bende pêşniyarên alternatîf e.
“Ne astengên fermî ne jî yên pratîkî hene”
Peyama Demîrtaşî wiha ye:
“Ez ji dil spasiyên xwe pêşkêşî hemû alîgirên me dikim ku di mijara hevserokatiya min de pêşniyarê dikin. Lê belê derbarê namzetiya min de kampanyaya îmzeyan û tiştên weke wê ez rast nabînim. Lewre ez bixwazim ku bibim namzet li pêşiya vê ne astengên fermî ne jî yên pratîkiî hene.
“Ez hurmeta vê piştgiriya alîgir û dostên me digirim. Lê di demeke ku em diçin kongreyê de ez dixwazim bê zanîn ku zirarê dide amadekariyên kongreyê ya bi hêz.
“Ez bi taybetî dixwazim bibêjim li bendê me ku hûn ji bo Hevserokatiyê pêşniyarên bihêz û alternatîf bikin û pêşniyarên derbarê polîtîkayên partiyê de bînin.” (PT/FD)