Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê nameyek şand û aşkere kir ku ew di 3yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo hevserokatiyê nabe namzet.
Nameya Demîrtaşî ji hêla Hevseroka Giştî ya HDPyê Serpîl Kemalbayê ve piştî şopandina doza Parlamenterê HDPyê Idrîs Balûkenî li Amedê li hotelekê hat xwendin ku HDPyî bi mijara kongreyê civînê li hotelê li dar dixin.
Mesaja Demîrtaşî wiha ye:
“Hevalên gelekî hêja , alîgirên partiya me yên hêja û raya giştî ya hêja ya welêt;
“Destpêkê ez ji Girtîgeha Edîrneyê silav, hezkirin û bêrîkirên xwe yek bi yek ji bo we dişînim. Zêdetirî salekê ye tevî bi hezaran hevalên xwe bi rengekî dijqanûnî weke dîlgirtiyên siyasî têm girtin. Der heqê min de zêdeyî 30 doz hatine vekirin, lê bêyî ku di yekê ji wan de jî min derxin pêşberî dadgeriyê weke ku ez bi zordariyê û tolhildana siyasî re rû bi rû me.
“Ji bo jiyana bibiratî me têkoşîn kir”
“Dixwazim hûn hemû zanibin ku min, hevalên min û partiya min ji dil bawerî bi siyaseta demokratîk anîbû. Ji bo di nava yekîtiya Tirkiyeyê de komar demokratîk bibe, ji bo parastina nirxên aştî, edalet, wekhevî û azadiyê, ji bo dawîanîna li talankirina kedkaran, bindestan, jin û ciwanan, ji bo Kurd, Tirk, Sûne, Elewî di nava aramiyê de bijîn me têkoşîn kir û em têkoşînê dikin.
Bêguman xeta me ya siyasî, sekna me, gotin û çalakiyên me ji ya gelek partiyên din cuda ye. Me siyaset ji bo rantê, meqamê, ji bo malbatê ya jî berjewendiya derdorê nekir. Her yek ji me parçeyek ji bindestên li Tirkiyeyê ne û tevî gelê xwe yê xizan û bindest me bi dayina berdêlan partiya xwe gihand vê asta bi hêz.
“Em ne cihêkar in ne jî terorîst in”
“Ligel tawanbariyên qirêj ên ji desthilatariyê li dijî me tên kirin, em 'ne cihêkar in, ne jî terorîst in'.
Em zarokên gel in ku yek ji parçe û hêmana eslî ya Tirkiyeyê ye û ji bo demokratîkkirina her deverên Tirkiyeyê têdikoşin. Gelek siyasetmedar û şaredarên li dora desthilatdariyê civiyane û bi dizî, gendelî û rantê bi trilyonan pere birine nayên darizandin; lê ez û bi hezaran hevalên min bi rengekî neheq û ne hiqûqî girtî ne.
Em timî serbilind bûn ku ji bo gelê xwe vî berdêlî didin û me got ev yek ji bo me rûmeta herî mezin e. Li şûna ku namerdî, zilm û diziya gel bikin, em razî ne ku li ser navê gel weke dîl bên girtin.
“Di vê demê de ku Tirkiye bi rejîma zordar a antî demokratîk a Rewşa Awarteyê tê birêvebirin, ez bawerim ku weke civaka Tirkiykeyê em dest bidin hev, dikarin vê rewşê di nava demokrasiyê de çareser bikin. Partiya min HDP ku ez hevserokatiya giştî jê re dikim, wê di vê rêwitiya demokrasiyê ya Tirkiyeyê de ji her demê bêhtir tevkariyê bike."
Demîrtaş destnîşan kiriye ku partiya wan wê di kongreya xwe ya asayî ya 11ê Sibatê de, di siyaseta demokratîk de dest bi pêngaveke nû bike, li dijî reşbîniyê wê hêviyê mezin bike û bi gotina 'Dîsa û ji nû ve HDPyê hê bi xurtî rêwîtiya xwe bidomîne.
Demîrtaş got, "Kongreya me, ji aliyên erênî û neyînî ve ji bo nirxandina 2 salên me yên dawiyê wê firsendên girîng bide me. HDP, bêyî ku tawîzê ji xeta xwe ya siyasî û bernameya xwe bide, wê bi gotineke nû, bi çalakiyeke nû û bi kadroyên nû xwe ji 2 salên bê re bi rengekî xurt amade bike:
“Weke şexs, ji bo serketina partiya me HDPyê çi ji destê min bê ez ê bikim. Şert û mercên ez tê de me çi dibin bila bibin, ez ê di emrê partî û gelê xwe de her tim bibim xizmetkarê têkoşîna demokrasiyê.
“Di Kongreya me ya Awarte ya 11yê Sibatê de bi armanca bihêzkirina rêveberiya me, Meclîsa Partiya me û Lijneya Birêveberiya Navendiyê wê guhertin çêbibin. Ji bo ku bi xurtî dest bi serdema nû ya têkoşîna siyasî bikin, ji bo ku siyaseta demokrasiyê çanda demokratîk qezenc bike, bi armanca hişmendiya siyaseta ji bo gel ne ji bo meqaman bi pêş bixîne û bi hevalên nû, bi kelecaneke nû rêwîtiya xwe bidomînin, di vê kongreyê de ez ê ji bo Hevserokatiya Giştî nebim namzet.
"Em ne ew mirov in ku ji bo meqaman tevdigerin"
"Em ne ew mirov in ku ji bo cih û meqaman tevdigerin. Em mirovên bi erk û berpirsyar in. Rewşa fermî ya partiya me, her wiha ji aliyê hiqûqî ve destûr neyê dayin jî, ez ê bi hişmendiya berpirsiyariya Hevserokatiya Giştî xizmetê ji HDPyê û gelê me yê hêja re bikim. Ez ê hewl bidim ku ji vê çêtir kar bikim. Bang li wan jin û ciwanan dikim ku baweriya wan bi siyaseta demokratîk tê bila di nava HDPyê de bi berpirsyariyê re rabin.
“Ji bîr nekin, kesekî weke min ku beriya 27 salan weke zarokê karkerekî xizan cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt, tenê bi piştgirî û baweriya gel 8 salan wezîfeya Hevserokatiya Giştî meşand.
“Ez bi hestên xwe yên herî germ we silav dikim û dixwazim ku Kongreya Mezin a HDPyê ji niha de li Tirkiyeyê û gelên me pîroz be û dibêjim ku “Teqez em ê bi ser kevin.” (TP/FD)