Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komisyona Lêkolînên Kiryarên Dema Rewşa Awarteyê biryarên xwe yên pêşiyê yên derbarê kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan (KHK) de ji kar hatine dûrxistin de aşkere kir.
Komisyonê 22yê Gulanê dest bi kar kiribû û heta niha 103 hezar û 276 kesan serî lê daye. Komisyonê piştî ku hat avakirin bi 7 mehan biryara xwe ya pêşiyê da.
Ji dûrxistina karî yên di encama KHKyan de di Rojnameya Fermî de dihatin aşkerekirin lê biryarên Komisyonê wê tenê ji bo kesê serîlêdayê bê ragihandin.
Biryarên pêşiyê yên ku Komisyonê da ne ji bo ci bîne şandine Serokatiya Personelan a Dewletê.
Xebatên Komisyonê berdewam in
Komisyonê di malpera xwe ya fermî de ji bo biryaran daxuyaniyek belav kiriye û tê de diyar dike ku “Li hemberî biryarên Komisyonê, piştî biryar bigihêje destê wan kesên ku serlêdan kirine, li dijî saziyên di xala 11 û pêvek 1ê ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya hejmar 685ê de hatine diyarkirin dikarin li dadgehên îdarî yên Enqereyê di nava 60 rojan de doza betalkirinê vekin ku dadgeh wê ji hêla Lijneya Dozger û Dadweran ve werin diyarkirin.”
Derbarê Komisyona Rewşa Awarteyê de
Komisyon 23yê Kanûna Paşiyê ya 2017yê di encama KHKyê de hat avakirin. Serlêdan bêyî ku jêpirsînek bê kirin wê tenê li ser dosyaya şexsan an jî saziyan bê kirin.
Komisyonê 22yê Gulana 2017yê dest bi kar kir û heta niha 103 hezar û 276 kesan serî lê dane.
Komisyon wê rasterast ji bo biryar û kiryarên di encama KHKyan yên di çarçoveya Rewşa Awarteyê de derketine holê biryaran bide. (AS/FD)