Wêne: Burak Akbulut / AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 1ê Çiriya Pêşiyê de hilbijêrên ji Katalonyayê ji bo serxwebûnê dengê xwe dan bi vê yekê krîzek derket. Îro hilbijêrên ji Katalonyayê dê ji bo hilbijartina pêşwext dengê xwe bidin.
Piştî hilbijartina ji bo serxwebûnê ya Katalonyayê Îspanyayê mûdaxeleyî wê derê kir. Li gor xala 155. a Qanûna Bingehîn ya Îspanyayê Îspanyayê Katalonya kontrol kir û biryara hilbijartineka pêşwext hat dayin.
Bixwîne - Saziyên sivîl ên Katalonyayê grev îlan kir
Di meclîsa Katalonyayê de 135 kursî hene. Pênc milyon û 500 hezar hilbijêr dê dengê xwe bidin. Li gor rapirsînan ji sedî 80yê hilbijêran dê dengê xwe bidin.
serokê berê yê Kajtalonyayê Carles Puigdemont da neyê girtin çûbû Birûkselê. Wî bi vîdeoyekê diyar kir ku heke ew bê hilbijartin, digel metirsîya ew bê girtin jî dê biçe Katalonyayê.
Bixwîne - Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
Peigdemont li ser lîsteya JxCatê(Ji bo Katalonyayê Bi Hev Re) berendam e.
Cihgirê serokê Katalonyayê Oriol Junqueras hê jî di girtîgehê de ye. Di lîsteya Komarîyan de Oriol Junqueras di rêza yekem de ye. (PT/MB)