Dadgeha Stenbolê bi sûcên “propagandaya ji bo rêxistina terorî” û “pesindana ji bo sûc û sûcdaran” biryara girtina hevseroka rêxistina Kadikoyê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Gul Demîrê da.
Rêxistina navçeya Stenbolê, Kadikoyê agahiya girtina Demîrê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî.
Parêzera Demîrê, Ceren Acerê ji bianetê re got, polîsan dest daniye ser hin meteryalên Gul Demîrê ku di nav wan de wêneyê rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdisytanê) û hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yûksekdagê hene. Gul Demîr ji ber wan tê sûcdarkirin.
Çi bûbû?
Polîsan li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi ser rêxistina navçeyê ya Partiya Herêman a Demokkratîk(HDP) de girtin û hevseroka rêxistina Kadikoyê ya HDPyê, Gul Demîr desteser kir.
Polîs çar sietan li avahiya HDPyê mane.
Li gor agahiyên bidestkeftî ji bo hevserokê dî yê navçeyê, Ercan Demîr jî biryara desteserkirinê heye.
Polîsan dest daniye ser kompîter û ewraqên li avahiyê. (EKN/MB)