
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trûmpî eşkere kiribû ku Amerîka Qutsê wek paytexta Îsraîlê nas dike. Li ser vê yekê Misrê ji bo statûya Qutsê ji bo Neteweyên Yekbûyî(NY) reşbelekek nivîsî.
Endamên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo reşbelekê deng dan, Amerîkayê dengê nexêr da û reşbelek veto kir.
Ji dewletên endamên NYyê 14 dewletan dengê erênî ji bo reşbelekê da. Ji pênc endamên daîmî yên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî çar endaman dengê erênî da. Çar endamên daîmî Rûsya, Brîtanya, Fransa û Çînê û deh endamên demkî Bolivya, Misir, Etiyopya, Îtalya, Japonya, Kazakistan, Senegal, swêd, Ukrayna û Uruguayê dengê erê dan.
Li Neteweyên Yekbûyî nûnerê daîmî yê Misrê, Amr Abdûllatif Abdulattayî eşkere kir ku nayê qebûlkirin Amerîka biryarê li ser statûya Qudsê bide.
Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haleyê diyar kir ku ev reşbelek heqaretek e. wê got:
“Tiştê ku îro li vê derê em bûn şahid dê ti caran neyê jibîrkirin.”(PT/MB)
Nivîsên Pirxwendî Yên Îro
-
Rojnamegera di girtîgehê de, Zehra Dogan “Me straneka kurdî got, ji bo me du meh in ku standin û şandina nameyan qedexe ye” 19 Nîsan 2018
-
Serokwezîr, Binalî Yildirim Em ê di hefteya bê de ji bo hilbijartinê teklîfa 8-10 xalan bidin meclîsê 20 Nîsan 2018
-
Esadî Nîşana Rûmetê ya Fransayê lê vegerandiye 20 Nîsan 2018