Ji bo nûçeya Ingilîzî / Tirkî bitikîne
Wekîlê Rûhayê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Osman Baydemîrî di civîna li ser bûtçeyê de got: “Ez wek lawekê kurd, wek nûnerekê ji Kurdistanê hatî dixwazim ev avahî ya kurd û tirkan be.”
Ji ber gotinên Baydemîrî meclîsê 12 hezar Lîreyên Tirkan(TL) cezayê pereyî û cezayê du caran beşdarnebûna Lijneya Giştî dan wî.
Di sala 2013ê de dema ku Recep Tayyîp Erdogan serokwezîr bû li meclîsê behsa Kurdistanê kiribû. Di wê demê de wekîlên Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) ji bo wî çekip kiribûn.
Li ser vê yekê wekîlên Partiya Komarê ya Gelî(CHP9 û Partiya Neteweperest a Gelî(MHP) rexne li Erdoganî kiribûn.
Erdoganî gotibû Mustafa Kemal Atatûrkî jî gotiye Kurdistan “Ma ew jî cidaxwaz bû.”
Wekîla Serokê Meclîsa Tirkiyeyê, Ayşenûr Bahçekapiliyê ji Baydemîrî pirsî:
“Kurdistan kû der e?”
Baydemîrî ji wekîla serokê meclîsê re got:
“Aha ev der e berrêza serok, aha ev der Kurdistan e.”
Dema kû Bahçekapiliyê ji Baydemîrî xwest ew ji meclîsê derbikeve wî nîşana serkeftinê(çotên tiliyan) nîşan da û derket.
Bixwîne - Osman Baydemîrî destê xwe danî ser dilê xwe û got aha Kurdistan ev der e
Parlamenterê ji HDPyê Mîthat Sancarî da zanîn ku qedexekirina navê Kurdistanê nijadperestî ye. Li ser vê yekê seroka meclîsê îdia kir ku Baydemîrî gotiye “ez parlamenterê Kurdistanê me.”
Li gor qeydên meclîsê Baydemîrî gotiye “wek nûnerekê ji Kurdistanê hatî.”(EKN/MB)