Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê Meclîsa Jinan a Sosyalîst û rêvebera Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Nûrcan Vayîç û Hevserokê navçeya Hopayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cemîl Aksû ku di meha Çiriya Pêşiyê de li navçeya Hopa ya Artvînê hatin tehliyekirin.
Nûrcan Vayîç di 24ê Çiriya Pêşiyê de, Cemîl Aksû jî di 26ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin. Vayîç û Aksû di 8ê Kanûna Pêşiyê de hatin tehliyekirin.
Efraîm Vayîç ku di heman rojan de ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî li Hopayê hatibû girtin, hîna jî di girtîgehê de ye.
Çi bûbû?
Cemîl Aksû û hevjîna wî Nûrcan Vayîç Aksû 19yê Çiriya Pêşiyê di encama operasyona li hemberî ESPyê de hatibû desteserkirin ku polîsan ji Cemîl Aksûyî re gotibûn di çarçoveya dozeke din de divê îfadeyê bide.
Piştî îfadedayinê Cemîl Aksû serbest mabû lê li zer îtiraza dozgeriyê ji bo îfadeyê careke din çûbû Edliyeya Hopayê û 26ê Çiriya Pêşiyê li Edliyeya Hopayê ji ber sûcên “pesindayina sûc û sûcdaran” hatibû girtin.
Nûrcan Vayîç Aksû jî bi hinceta parvekirinên medyaya civakî 4 rojan desteserkirî mabû û 24ê Çiriya Pêşiyê hatibû girtin. (EA/FD)