Ji bo nûçeya Ingilîzî / Tirkî bitikîne
Piştî ku lêpirsîn li ser endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Komarê ya Gelî(CHP) hat vekirin, dosyeya lêpirsînê sekinî.
Li gor TCK/301ê divê ji bo lêpirsînê Wezareta Dadê destûrê bide.
Fezleke ji bo meclîsê hat rêkirin. Di Meclîsa Partiyê ya CHPyê de 60 endam hene, yek ji endaman jî serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû ye.
Li gor nûçeya Hurriyetê di 6ê Çiriya Paşiyê de, serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li Dadgeha Enqereyê giliya Meclîsa Partiyê kiriye. Li ser navê Erdoganî parêzerê wî Hûseyîn Aydinî doz vekiriye.
Daxuyaniya berbehs Meclîsa Partiyê, piştî civînekê ku 6,5 sietan dom kiribû belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû eşkerekirin ku girtina wekîlên ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ne li gor Makeqanûnê ye û divê rojnamegerên girtî serbest bêne berdan.
Herweha tibû diyarkirin:
“Di vê demê de ku bi hêceta FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) derbeyeka reş û otorîter ya Qesrê[Qesra Serokkomariyê] hatiye kirin.
“Rewşa siyasî ya heyî tehdîdek li ser azadiya gelê me û paşeroja gelê me ye.”
(EA/MB)