Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di doza ku Mehmet Hakan Atîlla Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halkbankê ya li DYAyê de karsaz Reza Zarrab weke şahid derket pêşberî jûriyê ku bi eslê xwe Îranî ye lê welatiyê Tirkiyeyê ye. Doz li Dadgeha Federal a bajarê Manhattanê bi rê ve diçe.
Zarrabî got ku ew li paxtexta Îranê li Tehranê ji dayik bûye û piştî temenê wî bûye sal û nîvê ew hatiye Tirkiyeyê û di navberê de du salan jî li Dûbaiyê jiya ye. Her wiha diyar kir ku welatiyê Îranê, Tirkiyeyê û Makedanyoyê ye.
Li ser pirsa dadwer a ku digot, zimanê de tê yekem çiye, Zarrabî destnîşan kir ku Tirkî ye û îfadeya xwe bi alîkariya wergêr da.
Zarrabî aşkere kir ku hîna di bin çavdêriya FBIyê de ye û li hotelê namîne.
Zarrab ê ku sûcê xwe qebûl kir û hevkarî bi dozgeriyê re kir got, “Ji bo min rêya herî hêsan a derketina ji girtîgehê, qebûlkirina berpirsiyariyên xwe û hevkarî bû”.
“Wê dadwer biryara cezayê min bide”
Li gorî gotina wî, ji bo şahidiya ku wê bike ti soz nedane wî:
“Hikûmeta DYAyê ti soza efûyê neda min. Wê dadwer biryara cezayê min bide. Ji bo min rêya herî hêsan a derketina ji girtîgehê, qebûlkirina berpirsiyariyên xwe bû û hevkariya bi dozgeriyê re bû.”
Bi cil û bergên girtiyan hatiye daneşînê
Zarrabî li gorî saeta Tirkiyeyê duh saet di 18:40 deqîqeyan de derket ser kursiyê û sond xwar. Hat diyarkirin ku bi cil û bergên girtiyan û destê wî kelemçekirî ew anîne salona dadgehê.
Zarrab: “Sê berpirsiyariyên min hene”
Rojnameger Pete Brush doz kêlî bi kêlî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi raya giştî re par ve kir.
“Zarrabî diyar kir ku dema wî hevkarî bi dozgeriyê re kiriye, sê berpirsiyariyên wî hebûn: ‘Gotina rastiyan, hevkariya bi dezgeha dozgeriya DYAyê re û ti careke din sûcekî nekim."
Navê Egemen Bagişî derbas bû
Yek ji aşkerekirinên herî girin a di daneşîna duh de ew bû ku Zarrabî got, ji bo di Aktîf Bankê de karibe hesab veke Egemen Bagiş Wezîrê berê yê Têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê bûye alîkar. Ev agahî ji hêla Reutersê ve weke nûçe hat belavkirin.
Zarrabî diyar kir ku ji bo hesab li Aktîf Bankê veke wî serî lê daye lê bi hinceta têkiliyên wî yên bi Îranê re hewcedarî bi destûreke taybet hebû. Ji ber wê daxwaza min nehat qebûlkirin. Paşê ez bi midûrê giştî re axivîm û min hesab vekir. Destpêkê min di navbera 5-10 milyon euroyan de pare razandin. Di vê hevdîtinê de Egemen Bagiş Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê wê demê bi min re bû alîkar.
Ji bo Hakan Atîllayî çi got?
Zarrabî behsa wî tiştî kir ku çima bazgiraniya zêrî ya dijqanûnî kiriye û got ku “Ji ber dorpêçan li ser Îranê, Îraniyan nedikarî bûn pereyên xwe yên ji firotina gaz û petrolê tên li şûna deynên xwe navnetewî bidin:
“Mehmet Hakan Atîlla di warê dorpêçan de, li Halkbankê kesê herî zana bû”.
Têkiliyên bi Îranê re hat pirsîn
Zarrabî derbarê pirsên li ser têkiliyên bi Bankaya Navendî ya Îranê re wiha got, di salên 2010 û 2011yê de ew bi Mahmût Bahmanî Serokê Bankaya Navendî ya Îranê re hevdîtin pêk aniye û ji bo ku pareyan rasterast bişînin bankeya navendî wan li hev kiriye. Diyar kir ku paşê ev têkilî bi dawî hatiye.
Behsa Zafer Çaglayanî kir
Di dozê de Zarrabî behsa Zafer Çaglayan Wezîrê berê yê Aboriyê jî kir.
Zarrabî dema behsa pirsgirêkên bi bankayan re kir got ku Zafer Çaglayanî alîkariya wî kiriye û diyar kir ku Suleyman Aslan Midûrê Giştî yê Halkbankê di karê bazirganiya zêran de nexwestiye bi wî re kar bike û ji bo wê çûye cem Zafer Çaglayan Wezîrê Aboriyê yê wê demê:
Pirs: “Piştî ku Aslanî te ret kir, tu çima çû cem Zafer Çaglayanî?”
Bersiv: “Ji ber ku Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê ew bû.”
“Min 45-50 milyon da Çaglayanî”
Zarrabî behsa têkiliyên xwe yên bi Çaglayanî re jî kir û got ku ji bo bi Halkbankê re karibe kar bike wî pare daye Zafer Çaglayanî. Dema ku mîqdar jê hat pirsîn wiha axivî:
“Cara pêşiyê min 31 milyon 789 hezar Euro, 2 milyon û 500 hezar TL û 4 milyon 800 hezar dolarê DYAyê daye wî.
“Ez wisa dizanim ku min 45-50 milyon euro weke bertîl daye Çaglayanî.”
Zarrabî destnîşan kir ku ew hejmar tenê yê bi euroyê ye pareyên din ne tê de ne.
Zarrabî herwiha got, Zafer Çaglayanî ji wî nêviyê wî pareyê xwestiye ku di encama bazirganiya bi Îranê de wê derkeve:
Pirs: Çaglayanî ev pare bi çi rêbazan werdigirt?
Bersiv: Weke pare, kelûpelên giranbiha û bi rêya bankeyan.
Pirs: Ji bo malbata Çaglayanî jî dihat şandin?
Bersiv: Dihat şandin.
Dozgerî li ser vê agahiyê xwest ku dekonta bankayê ya derbarê şandina 2 milyon û 400 hezar lîreyî ya ji bo birayê Çaglayanî pêşkêşî dadgehê bike ku di encama bazgiraniya bi Îranê de derketiye holê. Parêzerên Hakan Atîllayî li hemberî vê daxwazê deketin lê dozger Bermanî daxwaza dozgerî qebûl kir.
Behsa plana sîstemê kir
Piştî navberê Reza Zarrabî plana bazirganiya zêran xêz kir.
Îfadeya vî beşî ya Zarrabî Nûçegihana Daily Beastê Katie Zavadskiyê wiha ragihand:
“Bazirganî pêşiyê bi firotina gaz û nefta xam a ji bo Tirkiyeyê dest pê dike.
“Şîrketa Neftê ya Netewî ya Îranê (NIOC) neft difirot Tupraşê, gaz jî difirot Botaşê. Ew jî dibûn deyndarê NIOCê.
“Hesabên Tupraş, Botaş û NIOCê di Halkbankê de heye.
“Pareyê ku dihat Halkbankê weke Euro dîsa ji Halkbankê derdiket, karên wê yên lîreyê li Denîzbankê çêdibû.
“Paşê zêrên ku ji Royal Group şîrketa Zarrabî ya li Tirkiyeyê dihat kirîn, dişandin şîrketa wî ya li Dubaiyê. Zêr li vir dihat firotin û dikirin pare. Bi vî pareyê re deynên Îranê yên qada navnetewî dihat dayin.”
Sîstema Zarrabî çawa kar dike?Dadwer Bermanî ji Zarrabî pirsî ku ji bo pare ji Îranê derxin çend rê û rêç hebûn. Zarrabî got ku “herî kêm deh 10” hebû: 1- Şîrketa Neftê ya Netewî ya Îranê (NIOC) neftê difiroşe Tupraşê, gazê jî difiroşe Botaşê. 2- Şîrketa bi navê Sermaye Exchange a ku li Îranê hatiye avakirin, hesap li Halkbanê vedike. Di eslê xwe de şîrket karê bazirganiyê nake. Ji bo şandina pareyan tê bikaranîn. 3- Pareyên ku NIOC ji Tupraş û Botaşê distîne, dişîne Sermaye Exchangeyê. 4- Sermaye Exchange vî pareyî dişîne şîrketa Zarrabî. 5- Hesabê şîrketa Zarrabî jî li Halkbankê heye. Şandina pareyan di navbera du hesaban de çêdibe ku her du hesab jî di Halkbankê de ne. 6- Zarrab ew pareyê ku tê hesabê wî yê li Halkbankê dike euro, dolar an jî lîre û dişîne hesabê xwe yê Denîzbankê. 7- Bi vî awayî pare di hesabê li Halkbankê de namîne. 8- Zarrab bi pareyê ku li Denîzbankê ye, bi rêya şîrketa xwe ya bi nave Royal Groupê zêran dikire ku ev şîrket li Tirkiyeyê ava kiriye. 9- Zêr bi rêya kûryeyan dişînin Dûbaiyê. Li vir zêrî dikin Dîrhemî. 10- Ji ber ku pare qet nakeve Îranê, heman pare di dana deynên Îranê yên navnetewî de tê bikaranîn. |
Zarrabî her wiha destnîşan kir ku gelek şîrketên Îranê bi Halkbankê re kar dikin.
Daneşîn bi jêpirsîna Zarrabî we îro (30yê Çiriya Paşiyê) berdewam bike. (HK/FD)
Çavkanî: BBC, Twitter.