Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo Serokatiya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê ji AKPyê Parlamenterê Stenbolê û Serokê Parlamentoyê Ismaîl Kahraman, Parlamenterê Edeneyê Tamer Dagli, Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Zekeriya Temîzel, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê Selma Irmak, Parlamenterê MHPyê yê Stenbolê Celal Adan û Parlamenterê İYİ Partiye yê Kayseriyê Yûsûf Halaçoglû bûn namzet.
Li Cıvata Giştî, ji bo hilbijartina Serokatiya Parlamentoyê bi rengê weşarî deng hatin bikaranîn. Di her du tûrên pêşiyê de diviya ku ji 550 parlamenteran 367 parlamenter beşdarî dengdanê bûba, di ya sêyem de jî diviya ku 276 parlamenter beşdar bûbana.
Namzetê din ê AKPyê vekişiya
Li ser ku 14 dengên AKPyê winda bûn, di tûra sêyem de serketina Kahramanî kete xetereyê. Lê beriya vê tûrê namzetê din ê AKPyê Tamer Dagli daxwaznameyek pêşkêşî Dîwana Serokatiyê kir û got ku wî namzetiya xwe kişandiye.
Ismaîl Kahraman di tûra seyem de weke Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.
Encamên tûra yekem…
Di tûra yekem de 500 parlamanteran deng bikar anî. 4 deng derbas nebûn.
Namzetan di tûra yekem de ev deng bidest xistin:
Namzetê AKPyê Ismaîl Kahraman: 260
Namzetê AKPyê Tamer Dagli: 38
Namzetê CHPyê Zekeriya Temîzel: 113
Namzeta HDPyê Selma Irmak: 39
Namzetê MHPyê Celal Adan: 40
Namzetê İYİ Partiyê Yûsûf Halaçoglû: 6
Encamên tûra duyem…
Di tûra duyemde 506 parlamenteran deng bikar anî, 5 deng derbas nebûn.
Namzetan di tûra duyem de ev deng bidest xistin:
Namzetê AKPyê Ismaîl Kahraman: 257
Namzetê AKPyê Tamer Dagli: 37
Namzetê CHPyê Zekeriya Temîzel: 122
Namzeta HDPyê Selma Irmak: 38
Namzetê MHPyê Celal Adan: 40
Namzetê İYİ Partiyê Yûsûf Halaçoglû: 7
Encamên tûra sêyem…
Namzetê AKPyê Ismaîl Kahraman ji ber prensîba “bêalîtiyê” deng bikar neanî.
Namzetê AKPyê Ismaîl Kahraman: 289
Namzetê CHPyê Zekeriya Temizel: 124
Namzeta HDPyê Selma Irmak: 37
Namzetê MHPyê Celal Adan: 36
Namzetê İYİ Partiyê Yûsûf Halaçoglû: 7
Di tûra 3yem de 509 parlamenteran deng bikar anî. (PT/FD)