Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rayedarên Rûsya, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û Urdinê li paytext Ammanê hatin ba hev û di mijara agirbesta li herêma kêmkirina rageşiyê de li hev kirine ku ev herêm li başûrê Sûriyeyê ye. Rayedaran di wê mijarê de li hev kirine ku divê çareseriya li Sûriyeyê ne leşkerî lê siyasî be.
Vladimir Putin Serokdewletê Rûsyayê û Donald Trump Serokê DYAyê li Vietnamê di dema Lûtkeya Hevkariya Ekonomîk a Asya Pasifîkê (APEC) de hevdîtineke kurt pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Mûhammed El Mûmenî Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Enformasyonê yê Urdinê, rayedarên Rûs, DYA û Urdinê li paytext Ammanê hatine ba hev û li ser mijara agirbesta li başûrê Sûriyeyê li hev kirine.
Belavok ji hêla Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê û Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê ve bi taybet ji bo vê hevdîtinê hatiye nivîsandin.
Mûmenî derbarê hevdîtinê de got, peyman gaveke ku di çarçoveya wan hewldanên sêqolî de hatine avêtin ku ev hewldan ji bo bidawîkirina bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê û ji bo çareseriya siyasî ya bikaribin bidomînin tên kirin.
Di daxuyaniya ku ji hêla Kremlînê hatiye kirin de hat diyarkirin ku her du serok di mijara têkbirina bi temamî ya DAIŞê li Sûriyeyê wek hev difikirin. Di heman daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serokan bang li aliyan kiriye ku hewcedariyên pêvajoya aştiyê ya Cenêvê bi cî bînin.
Heta DYAyê ev daxuyaniya Rûsyayê erê nekiriye. Her wiha ti detayên din ên ji bo hevdîtina her du serokan jî nehatine dayin. (EA/FD)
Çavkanî. Sputnik, BBC Tirkî û DHA