Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Televizyona dewletê ya Erebistana Sûdiyê El-Ekhbariya ragihand ku Pismîr Mansûr bîn Mukrîn di encama qezayeke helîkopterê ya li nêzîkî sînorê Yemenê de miriye.
Pismîr Mansûr bîn Mukrîn alîkarê waliyê Eyaleta Asirê bû û her wiha kurê Murkîn el-Siûd yek ji pismîrên welîaht ê berê bû.
Sedema ketina helîkopterê nehat aşkerekirin. Lê hat diyarkirin ku di helîkopterê de 8 kes hebûn.
Li gorî nûçeya rojnameya Okazê ya li Erebistana Siûdiyê weşanê dike, helîkopter li derdora bjarokê Sabhayê yê li ser sînorê Yemenê dema difiriya hatiye dîtin.
Enqaza helîkopterê hatiye dîtin
Berdevkê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir ê Erebistana Siûdiyê Tumgeneral Mansûr et-Turkî aşkere kir ku di saetên sibê de gihiştine enqaza helîkopterê.
Et-Turkî got ku alîkarê mîrê herêma Asirê tevlî heyeta xwe ji bo şopandina programeke xwe ya rûtîn serdana perava li rojavayê bajarê Ebhayê dikirin. Lê di saetên êvarê de dema vegera wan têkiliya bi helîkopterê qut bûye.
Piştî operasyona gendeliyê û êrîşa bimoşek qeza çêbû
Ji ber ku qeza piştî moşek ji Yemenê avêtin paytext Riyadê û di encama operasyona gendeliyê de pismîr û hin wezîr hatin desteserkirin çêbû, li Erebistana Siûdiyê nîqaş derket.
Erebistana Siûdiyê pêşekiyê ji hêzên koalisyona navnetewî re dikin ku operasyonê li hemberî berxwedêrên Hûsî yên li Yemenê dimeşînin. (HK/FD)