Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hikûmeta navendî ya Îspanyayê ji bo ku rêveberiya xweser a Katalonyayê di çarçoveya xala 155ê ya Destûrê de fesx bike li parlamentoyê civîn li dar xist. Lê di dema ku dengdayîn derbarê fesxkirinê de li Parlamentoya Madrîdê berdewam dikir, Parlamentoya Katalonyayê kom bû û bi awayekî yekalî biryara serxwebûnê stand.
Di parlamentoyê de ji 135 kesan, 70 kesan gotin “Erê, 10 kesan jî gotin “Na”.
Piştî ragihandina biryara serxwebûnê Carles Puigdemont Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê û parlamenterên Katalan rabûn ser xwe û sirûda Katalanan xwendin.
Serokwezîrê Îspanyayê: Geşmerên demokrasiyê ne
Mariano Rajoy Serokwezîrê Îspanyayê beriya dengdayina li Senatoyê xwestibû ku ji bo Serokê Katalonyayê Puigdemontî ji wezîfeyê dûr bixe erkê bidin wî. Rajoyî her wiha rêveberiya Katalonyayê jî weke “qeşmerên demokrasiyê” nirxand.
Piştî ku Katalanan serxwebûn ragihandin rêveberiya Madrîdê xweseriya Katalonyayê belav kir. Di encama dengdana li Senatoyê xala 155ê hat qebûlkirin.
Wezîrê Dadê: Nikarin serxwebûnê ragihînin
Rafael Catalá Wezîrê Dadê yê Îspanyayê gotibû, “Em ne ji bo parçekirina Îspanyolan li vir in. Lê heke ku hinek li ser xaka Îspanyayê serxwebûnê ragihînin, ji bo ku ev tişt zêdeyî karbidestiya wan e nikarin bikin.”
“Dibe ku krîz kûrtir bibe”
Carles Puigdemont nameyek ji Senatoya Îspanyayê re şandibû û gotibu ku “heke xweserî bê rakirin dibe ku krîz kûrtir bibe”.
Referandûma serxwebûnê ya ku di 1ê Çiriya Pêşiyê de li Katalonyayê hatibû lidarxistin ji hêla Îspanyayê “dijyaseyî” hatibû dîtin.
Di referandûmê de rêjeya beşdariyê sedî 43 bû û sedî 90 dengê “Erê” derketibû. (PT/FD)