Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku “Ew rewşa dijwar û metirsîdar ya ku rûbirûyê Îraq û Kurdistanê bûye, hemûyan neçar dike di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û rê nedin rewş zîdetir ber bi şer û pevçûnan di navbera hêzên îraqî û hêzên pêşmerge ve biçe. Êrîş û pevçûnên hêzên Îraq û hêzên pêşmerge di roja 16.10.2017ê û heta îro, ziyan bi her du aliyan gihandiye, çêdibe ev yek bibe sedema xûnrêtineke berdewam û di encam de bibe sedema têkçûna struktur û têkeliyên civakî di navbera pêkhateyên Îraqê de.”
“Bila operasyonên leşkerî bi dawî bibin”
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê berjewendiyên gelê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê û Iraqê di ber çavan de bê girtin û pêşniyar li hikûmeta Iraqê û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku, ‘bila agirbest çêbibe û hemû operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Iraqê demildest bên sekinandin, encamen referandûma 25ê Îlonê bê cemidandin’. Têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî referandûma serxwebûnê têk çûbûn.
Îranê deriyên sînor xwe vekirin
Di vê navberê de hat diyarkirin ku deriyê sînor ê Başmakê yê di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de vebûye. Derî beriya niha bi deh rojan li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê hatibû girtin. Serokê Odeya Bazirganan ê Silêmaniyê Sîrwan Muhammedî ji nûçegîhanê Ajansa Anadoluyê re aşkere kir ku çav li rê ye di demeke kurt de deriyê Pervazhan ê li Silêmaniyê jî vebe.
Îranê di 15yê Çiriya Pêşiyê de li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê deriyê Seyranbend, Pervezhan û Başmakê yên li Silêmaniyê û yê Hecî Umran ê li Hewlêrê girtibûn. (PT/FD)
* Çavkanî: AA, Reuters, Sputnik