Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Doza 6 rojnamegeran dest pê kir ku ji ber mailên Berat Albayrak Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yên ji hêla Redhackê ve hatibûn belavkirin kiribûn nûçe, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandeya rêxistinê, astengkirin û xirabkirina sîstema înformatîk, guhertina daneyan an jî ji holê rakirina wan” tên dadgehkirin.
Doza ku li 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve diçe, saet 12.00ê dest pê kir. Ji ber ku daneşîn li salona biçûk bi rê ve diçe, gelek rojnameger û xizmên gunehbaran negirtin salonê.
Ömer Çelik serbest ma
Dozgerê ku nêrîna xwe anî ziman, daxwaz kir ku Ömer Çelik serbest bimîne, bi îdiaya ku “delîlên birbiçav ên ji bo sûcê çêbûnê” Tunca Öğreten û Mahir Kanaat girtî bimînin.
Piştî navberê, serokê heyeta dadgehê diyar kir ku wan ji bo Çelik biryara serbestiyê standiye. Lê Öğreten û Kanaat wê girtî bên dadgehkirin.
Li şûna şopînêran hêzên ewlekariyê li salonê dan rûniştandin
Li salona daneşînê ji bilî cendermeyên li gel gunehbaran, li rêzeke ku ji bo şopînêran hatibû veqetandin hêzên ewlekariyê yên bi navê çevik kuvvet dan rûniştandan.
Edîtorê berê yê malpera Dikenê Tunca Öğreten, Midûrê Nûçeyan ê DİHA ya hatiye girtin Ömer Çelik, xebatkarê rojnameya Birgünê Mahir Kanaat ê girtî û nûçegîhanê DİHAyê Metin Yoksu, Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Yolculukê Eray Sargın û Midûra Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Derya Okatan beşdarî daneşînê bû.
Öğreten, Çelik û Kanaat 304 roj in ku ji azadiyên xwe hatine bêparkirin.
Dadwerê ku biryara girtina rojnamegeran dide, serokê dadgehê ye
Mûstafa Çakar serokê heyeta 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ye. Çakar Dadwerê 9emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê yê Stenbolê bû ku biryara girtina rojnamegerên doza Cumhuriyetê, rojnameger Meşale Tolu, nûçegîhanê Die Weltê Deniz Yücel, Endama Lijneya Şêwrê ya rojnameya Özgür Gündemê Aslı Erdoğanê dabû.
Endamê Lijneya Serokan ê Partiya Azadî û Piştgiriyê (ÖDP) Alper Taş, Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) Ali Şeker û Barış Yarkadaş, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erdal Ataş, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Erol Önderoğlu, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gökhan Durmuş û rêveberê sendîkayê Mustafa Kuleli dozê dişopînin.
Piştî tespîta nasnameyan di daneşînê de kurte ya îdianameyê hat xwendin.
Pêşiyê Derya Okatanê xwe parast.
Okatan: Ez wî tiştî diparêzim ku divê gel “razên dewletê” bizanibin
Okatanê beriya ku dest bi parastina xwe bike got, di 19yê Çiriya Pêşiyê de parêzerên wê hatine desteserkirin:
“Heke ku hin xebatên dewletê yên naxwaze gel bizanibe hebin wan dike razên dewletê. Razên dewletê li Tirkiyeyê ji wan sûcan pêk tê ku li hemberî gel tên kirin. Ez rojnamegerekê wisa me ku divê agahiya gel ji van razan hebe.”
Çelik: Ez ê xwe ne parêz im lê ez ê rave bikim
Rojnameger Ömer Çelikî xwe bi Kurdî parast û wiha got:
“Bêguman ez serwerî Tirkî me. Min jiyana xwe il vî welatî derbas kir, dibistanên li vir qedand. Min di dema girtîtiya xwe de gelekî baştir fam kir ku bandora zimanê me yê dayikê li ser avabûna kesayeta me çiqas girîng e. Beriya niha bi demeke kurt min di rojnameyan de xwend ku Saziya Zimanî ya Tirkan (TDK) bi slogana “zimanê me nasnameya me ye “ dest bi kampanyayekê kiriye. Ji bo wê jî di gel ku kêmasiyên min hebin jî ez dixwazim xwe bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî bikim. Kêmasiyên min ên derbarê zimanê min ê dayikê ji ber asîmîlasyonê ye.”
Çelîk diyar kir ku ew sûcdariyan hiqûqê nabîne û got, “Ji ber wê ez xwe naparêz im lê ez ê rave bikim.” (EA/FD)