Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Saziyên Îdarî ya Dadgeha Bilind a Şêwirmendiyê daxwaza temyîzê ji bo îlankirina “herêma metirsîdar” û biryara “îstimlaqkirin(ji-dewletê-re-mal-kirin)”ê ya Sûrê qebûl kir.
Desteyek dê li serlêdanan binêrê.
Wezareta Derdor û Bajarvaniyê di sala 2012ê de navçeya Sûrê ya Amedê wek “herêma metirsîdar” îlan kiribû, wezaretê di sala 2015ê de biryara îstimlaqkirinê da.
Komeleya Amed Sûrê li Dadgeha Bilind a Şêwirmendiyê îtiraza herdu biryaran kiribû. Dadgehê biryar qebûl kir.
Nûray Ozdogan a parêzer li ser biryarê ji bo bianetê axivî, Ozdoganê got:
“Biryara îstimlaq kirinê ya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê xwe dispêre biryara îlankirina “herêma metirsîdar” ji ber wê doz ji bo îlan û biryarê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber wê ji bo herdu dozan me serî li dadgeha bilind da.
“Li ser biryar û îlanê nêzîkî 700 dozan hatibû vekirin. Dadgha Bilind xwest doz ji hev bêne cidakirin lê me îtiraz kir.”(EA/MB)