Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Krîza siyasî ya di navbera Katalonya û hikûmeta Îspanyayê de bi daxuyaniyên beramber berdewam dike ku krîz bi referandûma serxwebûnê ya 1ê Çiriya Pêşiyê dest pê kiribû.
Madrîdê ji roja welêt derbasî demokrasiyê bûye cara pêşiyê xala 155emîn a destûrê wê bi kar bîne û diyar kir ku ew ê rêveberiya xweser a Katalanan bixe destê xwe. Li hemberî vê gavê Katalanan jî gavek avêtin.
Hat aşkerekirin ku Parlamentoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê bi amadekariya hemû endamên xwe wê roja Pêncşemê kom bibe. Çav li rê ye ku piştî vê civînê “serxwebûna ku hatiye bipaşxistin bê ragihandin”.
Vê hefteyê wê detay diyar bibin
Berdevkê koma “Junts pel Si” (Ji bo Erêyê bi hev re) Lluis Corominasî got ku hevkarê biçûk ê desthilatdarê Partiya Gel (CUP) jî piştgiriya civîna parlamentoyê dike ku serxwebûnxwaz e.
Partiyê diyar kir ku divê çalakiyên bêîtaatsiziya sivîlan dûrî tundiyê bin û detayên çawaniya çalakiyan wê di nava vê hefteyê de bên aşkerekirin.
Serokê Katalonyayê Carles Puigdemonî ji bo civînê roja şemiyê bang li parlamentoyê kiribû û gotibû ku ew ê tedbîrên li hemberî hikûmeta Madrîdê nîqaş bikin. Banga Puigdemonî weke “bi awayekî veşartî gefxwarina ragihandinê ya serxwebûnê” hatibû nirxandin.
Hikûmeta Îspanyayê wê roja înê nîqaş bike
Di vê navberberê de roja înê wê li Parlamentoya Îspanyayê bê nîqaşkirin ku xala 155ê ya destûrê bi kar bînin an na. Lê çav li rê ye ku piştî dengdanê ji bo bi kar anîna xalê wê dengê erê derkeve. (PT/EKN/FD)
* Çavkanî: BBC, Reuters, Sputnik