Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku hê jî Tirkiyeyê ji bo girtina xebatkarên wan ti delîl nîşan nedaye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauertê got:
“Hikûmeta Tirkiyeyê îdia dike ku xebatkarên me beşdarî kiriyarên terorî, ev îdiayên gellek ciddî ne. Em dixwazin delîlên ji bo van jîdiayan bibînin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê heta niho ti delîl nîşanî me nekiriye.
“Em naxwazin xebatkarên me bi vî rengî, nemaze bêyî ku delîlek bê nîşandan bêne girtin.”
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(EKN/MB)