Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Carles Puigdemont Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê aşkere kir ku ew ê di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin.
Puigdemontî ji BBCyê re axivî û got ku wê hikûmeta xweser a Katalonyayê derbarê mijara serxwebûnê de “Roja şemî yekşemê yan jî destpêka hefteyê” gavan bavêje.
Puigdemontî her wiha diyar kir ku heke hikûmeta Îspanyayê ya referandûma serxwebûnê nas nekiribû bixwaze rêveberiyê bidest bixe, wê ev gav bibe xetayeke wisa ku her tiştî biguherîne.
Serokê Katalonyayê got ku ji bo çareseriya krîza heyî wan daxwaza navbeynkariya navnetewî kirine û bi Komisyona Ewropayê re li hev nekirine ku Komisyon mijarê weke pirsgirêk navxweyî ya Îspanyayê dinirxîne.
Şahê Îspanyayê Filîpê 6em duh bi şev axivî û kesên referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê birêxistin kirine şermezar kir û got ku ev kes yaseyan binpê dikin. (YY/FD)
Çavkanî: BBC Tirkî, DHA