Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand ku kontrolkirina sînoran dê ji bo birêvebiriya Bexdayê neyê teslîmkirin.
Herêma Kurdistana Iraqê ji beriya du rojan ragihandibû ew ê kontrola balafirgehan teslîmî birêvebiriya Bexdayê neke.
Îro li balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê ji siet 18.00ê pê ve seferên balafiran dê neyên kirin. Birêvebirîya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê daxuyand ku heta 29ê Kanûna Pêşiyê sefer dê neyên kirin.
Li gor ajansa nûçeyan a Tesnimê Îranê seferên li ser rêyên asîmanî û bejayî yên bi Herêma Kurdistana Iraqê re hatine betalkirin.(YY/MB)
Çavkanî: AA, DHA, Amerikanin Sesi