Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Iraqê aşkere kir ku di hinardeya neftê de wê tenê Bexda muhatabê Tirkiyeyê be.
Ofîsa Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirimî bi Ebadiyî re bi rêya telefonê axiviye. Di vê hevdîtinê de Yildirimî gotiye, “Tirkiye êdî wê her cure têkiliyên aborî û bazirganîyê û dîplomatîk bi hikûmeta navendî re birêve bibe”.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin, “Yildirimî ew tişt pesenk kiriye ku welatê wî ew ê piştgiriya hemû biryarên hikûmeta Iraqê bike.”
Di nava tedbîran de “sînorkirina hinardekirina neftê bi hikûmeta Iraqê re jî” heye.
Yildirim: Nûnerê PDKyê bila venegere Tirkiyeyê
Serokwezîr Yildirimiyî jî îro aşkere kir ku ji nûnerê PDKyê re gotine venegere Tirkiyeyê.
Serokomar Recep Tayyip Erdoganî di dema ku referandûm birêve diçû de behsa bertekên li hemberî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê kiribû û destnîşan kiribû ku, “Ji niha û pê de em ê binêrin bê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê wê petrola xwe bi kîjan kanalan bişine ku yan ji bifiroşe kê. Wane di destê me de ye. Dema ku me wane jî girt ew kar jî diqede.” (YY/FD)
Çavkanî: Deutsche Welle Tirkiye, Sputnik News