Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Irakê Heyder El Abadîyî da zanîn ku divê Herêma Kurdistana Iraqê di sê rojan de kontrola deriyên sînorî ji bo hikûmeta Bexdayê bihêle.
Ibadîyî ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê got:
“Ew gaveka ji alîyekê bi tenê ye. Wan guhdariya şirîkatiyê û îradeya navneteweyî nekir. Em ê bi ti awayî tawizê ji yekparçetî û desthilata Iraqê bernedin. Em ê ti mûzakereyan li ser encamên referandûmê nekin.
“Heke kontrola sînoran di sê rojan de ji bo Saziya Kontrola Sînoran a Iraqê neyê hiştin em ê li Herêma Kurdistanê destûra dadan û firrîyana balafiran betal bikin.”
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, Telar Faikî eşkere kir ku destûra firrîyan û dadana balafiran li gor yasayên navneteweyî di destên hikûmeta navendî de ne.
Faîkî li gotinên xwe zêde kir ku xebitîna li Balafirgeha Hewlêrê ya karmendên hikûmeta navendî ne karek e ku bikeve serê mirovan.(HK/MB)