Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji 5 milyonan zêdetir hilbijêrên li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn dê îro ji bo referandêma serbixwetiyê dengê xwe bidin. Dengdanê dest pê kir.
Ji bilî Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê li herêmên minaqeşe li ser hene yên Kerkûk, Dîyala, Xaneqîn û Celawlayê jî hilbijêr dê dengê xwe bidin.
Hilbijartinan li gor sieta Hewlêrê di siet 8.00ê de dest pê kir û dê 18ê de biqede.
Hejmara hilbijêran
Li gor hejmarên Ajansa Anadolûyê belavkirîn hejmara hilbijêran ev e:
- Erbîl/Hewlêr: Milyonek û 200 hezar
- Silêmanî: Milyonek û 280 hezar
- Kerkûk: 750 hezar
- Dihok: 800 hezar
- Deşta Mûsilê: 750 hezar
- Cihên dî: 420
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê eşkere kir ku piştî referandûmê ew ê ji bo serbixwebûnê di gel Bexdayê di dîyalogê de be.
Bexdayê eşkere kir ku ew ê referandûmê nas neke. (HK/MB)