Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya DYAyê aşkere kir ku ew “bi tundî” li hemberî wê referandûmê ne ku Rêveberiya Herêmî ya Kurd Iraqê dixwaze di 25ê Îlonê de birêve bibe.
Berdevka Wezaretê Heather Nauertê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, bal kişand ser wî tiştî ku hemû cîranên Iraqê li hemberî plana referandûmê ne.
Nauertê got: “DYA bi awayekî tund li hemberî referandûma serxwebûnê derdikeve ku Rêveberiya Herêmî ya Kurd li Iraqê. Kurd jî di nav de Iraqî wê berdêla israrkirina di referandûmê de bidin.
Nauertê bang kir ku gotûbêj di navbera Iraq û Rêveberiya Herêmî de çêbiben û wiha berdewam kir; “Heke ev referandûm pêk were ihtimaleke mezin e ku gotûbêjên bi Bexdayê re çênebin û ji vê wêdetir wê li pêşiya piştgiriya ku civaka navdewletî dide gotûbêjan bibe asteng.”
Pêvajoya veqetandinê dibe ku du salan berdewam bike
Serokê Rêveberiya Herêmî Barzaniyî duh bi Serokomarê Iraqê Fuad Mahsûn û rayedarên Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) re civiyabû û gotibû, “Mixabin heta niha alternatîfek baş nehatiye pêşkêşkirin” û destnîşan kiribû ku dibe pêvajoya hevdîtinên veqetandinê du salan berdewam bikin. (YY/FD)
Çavkanî; Sputnik News, CNN