Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê piştî ku li hemberî biryara serbestiya wî îtiraz hat kirin, derbarê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgenî de careke din biryara girtinê derxist.
Bîlgen di çarçoveya wê lêpirsînê de hatibû girtin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di meşand. Serdozgeriyê derbarê bangewaziya Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPyê ya beriya bûyerên Kobanê yên di 6-8ê Cotmehê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Bîlgen di 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de girtî dihate dadgehkirin û di 9ê Îlonê de di encama lêkolîna li ser dosyeya wî de serbest mabû.
Lê 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li ser îtiraza li hemberî serbestiya Bîlgenî de biryara xwe aşkere kir.
Li gorî vê biryarê, dadgehê biryara serbestiya Bîlgenî qebûl nekir û daxwaza girtina wî kir.
Bîlgenî di hesabê xwe yê Twitterê de peyam da û wiha got:
“Di navbera 2011 û 2014yê de telefonên min bi îdiaya ku ez endamê rêxistina tevhid selamê me ji hêla wan kesan hatin guhdarkirin ku piştî 15yê Tîrmehê hatin girtin.
“Ji ber ku guhdarkirinên bûn sedema girtina min weke sûc hatin dîtin dozger, dadwer û polîsên ev kiryar kirine, di doza kûmpasê de hatine girtin lê fikrên wan li desthilatê ne.
“Du pirtîk ji bo çapkirinê ama de ne. Me li derve çi parast û çi got, ez ê li hundir jî heman tiştan binivîsînim.
“Cara pêşiyê 25 sal berê ji ber min kiryarên li hemberî Tirkên Bûlgarîstanê protesto kirin, ez hatim desteserkirin. Li hemberî tiştên ku DAIŞê li Kobanê anî serê kurdan jî nikarîbûm bêdeng bimama.”
Parlamenterên HDPyê Ferhat Encu, Besîme Konca, Idrîs Balûken û Nursel Aydogan jî berê serbest mabûn lê paşê cardin hatibûn girtin.
9 parlamenterên HDPyê girtî ne
Parlamenterên HDPyê yên girtî ev in:
* Selahattin Demirtaş – Hevserokê Giştî yê HDPyê
* Figen Yüksekdağ – Hevseroka Giştî ya berê ya HDPyê (Parlamenteriya wê û endamtiya wê ya HDPyê di 21ê Sibata 2017yê de hat xistin.)
* İdris Baluken – Parlamenterê Amedê
* Selma Irmak – Parlamentera Colemêrgê
* Gülser Yıldırım – Parlamentera Mêrdînê
* Ferhat Encü – Parlamenterê Şirnexê
* Abdullah Zeydan – Parlamenterê Colemêrgê
* Çağlar Demirel – Parlamentera Amedê
* Burcu Çelik – Parlamentera Mûşê (NV/FD)