Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşê ku di Girtîgeha Edirneyê de ye li ser Referandûma Herêma Kurdistana Iraqê nivîsek nivîsîye.
Referandûma Serbixwebûna Kurdistanê dê li 25ê Îlonê bê kirin. Demîrtaşî li ser wê rojê ji bo rojnameya Ozgûrlûkçû Demokrasîyê nivîsîye.
“Divê Parlamento aktîf bibe”
“Tiştên ku em dibêjin ji bo hevgirî û piştgiriya xelkê Herêma Kurdistana Federal, rexne û pêşnîyar in. Heke ne welê be çênabe em xwe danin şûna wan û ji bo wan biryaran bidin.
“Heke Herêma Kurdıstana Federal parlamentoya xwe aktîf bike, ev dê hem destê hêzên siyasî xurt bike hem jî ji bo hêzên navneteweyî meşrûiyeta wê zêde bike.
“Zelal e ku di rewşeka mûxalif û serokê parlamenê nikare biçe paytextê û sê sal in parlamen ne aktîf e, ne ew rewş e ku tê xwestin.
“PDK(Partiya Demokrat a Kurdistanê) hêzek û partiyeka qedîm e. Berxwedana Mele Mistefayî, berxwedana xelkê Kurdistanê û berxwedana fedakarane û kehremanane ya Pêşmergeyan dê cihê xwe yê li pileyên bilind ên rûmetê biparêze.
“Mesûd Barzanîyê berrêz jî rêberekê rûmetbilind e ku rêz lê tê gitin. Lê ez di wê qinaetê de me ku divê ew pêşniyara me ya dostane ya aktîfkirina parlamentoyê paşguh neke.
“Ev rexne û pêşniyar dê wî lawaz neke û dê rêza li wî tê girtin kêm neke, berevajiya vê yekê dê bibe û ew ê xurttir bibe.”(ÇT/MB)