Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di pêvajoya referandûma serxwebûnê de bi daxuyaniyên beramberî hev û têkiliyên dîplomatîk re gengeşî zêde dibe ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê biryar girtibû ku di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê lidar bixe.
Îranê di daxuyaniyên xwe yên dawiyê de helwesta xwe tundtir kir. Erebistana Siûdiyê ji bo navbeynkariyê nûnerê xwe şand bal Barzanî. Iraqê dubare kir ku destûra bingehîn a rêveberiya navendî ya Iraqê destûrê nade referandûmê. Li ser navê Tirkiyeyê Erdoganî daxuyanî da û got; “Iraq hevgirtî ye ku nayê parçekirin”.
Îran: Em ê sînorî bigirin
Îran a ku di Gulana 2017yê de bi daxuyaniya “Em referandûma serxwebûnê qebûl nakin” helwesta xwe ya li hemberî referandûmê bi awayekî vekirî aşkere kir, duh daxuyaniyek din belav kir û helwesta xwe tundtir kir. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Bilind a Netewî yê Îranê Alî Şamhanî got ku heke Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê serxwebûnê ragihîne ew ê deriyên sînorî bigirin: “Heke ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqede, em ê hemû peymanên ku me bi Herêma Kurdistanê re kirine, careke din binirxînin”.
Iraq: Li dijî destûra bingehîn e
Alîkarê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymana Dewleta Yaseyê Nûrî Malîkî di daxuyaniya xwe de destûra bingehîn bibîr xist û got; “Em ê destûrê nedin ku li bakurê Iraqê Israîl a duyem bê avakirin.”
Malîkî daxuyanî ji bo Heyeta Gotûbêjan a Kurdistanê da. Heyet çar roj in li Bexdayê ne û hevdîtinan dikin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî beriya niha derbarê referandûmê de axivî bû û gotibû ku biryara referandûmê li dijî destûra bengihîn e û ew ê encamê nasnekin. Meclîsa Iraqê jî di dengdayînê de “referandûma serxwebûnê” ret kiribû.
Erebistana Siûdiyê pêşniyara navbeynkeriyê kir
Serok Barzanî duh heyeta Erebistana Siûdiyê qebûl kir ku Tamer Alsubhan Wezîrê Berpirsê Têkiliyên Kendavê serokatiya heyetê dikir.
Li gorî nûçeya Rûdawê, heyetê diyar kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Erebistana Siûdiyê amadeye her tiştên ku ji dest tê bike. Barzaniyî weke bersiv got ku, wan deriyên gotûbêjê yên diyalogê yên di navbera xwe û Bexdayê de negirtine.
Tirkiye. Dema ku tu ketî tengasiyê tê li alîkariyê ji me bixwaze
Recep Tayyîp Erdoganî beriya serdana DYAyê li Stenbolê li Balafirxaneya Ataturkê dauyaniyek derbarê referandûmê da.
Erdogan wiha axivî:
“Dema ku tu ketî tengasiyê tê alîkariyê ji me bixwazî, tê her cure piştgiriyê ji mi bistîne…Lê dema dibe mijara parçekirina Iraqê tu yê bi ya xwe bikî. Qaşo çîroka wî ya zarokatiyê ye…Birêvebirina dewletê dibe ku bibe zarok tî? Helwesta ku rêveberiya navendî ya Iraqê li vir nîşan daye, mafê wan e ku weke rêveberên dewleta fedaral nîşan didin, em mudaxele nakin. Lê em heman tiştan difikirin. Niha li DYAyê wê bi Serokwezîrê Iraqê Abadî re hevdîtinek me çêbibe. Lê qasî ku em dibînin berê me li heman ciyî ye. Ew jî hevgirtina Iraqê ye ku nayê parçekirin. ‘Dengê Tirkiyeyê nehat me, ew nehat…’ Min carekê şêwirmendê me yê MITê şand. Lê heke ku tu hîn li berxwe didî, li qisûrê nenêrî”.
Erdoganî diyar kir ku helwesta zelal a Tirkiyeyê wê 22 Îlonê di civîna Lijneya Ewlekariya Milî (MGK) aşkere bibe. (HK/FD)
Fotograf: Azad Muhammed – Dihok / AA