Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî derbarê referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê de got, “Li gotine ti kesî guhdar nekin, em referandûmê paş naxin”.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li Amediyê navçeya Duhokê bernameyek ji bo piştgiriya referandûma serxwebûnê birêve çû.
Serok Barzanî li vir axivî û got; “Tenê wê gelê Kurdistanê bihêle referandûm rewa bibe, ne kesên din. Ji ber wê li ti kesî guhdar nekin, em referandûmê çêdikin.”
Bi heyeta navdewletî re civiya bû
Barzanî duh bi nûnerên DYA, Îngiltere û NYyê yên koalisyona navdewletî re civiya bû.
Piştî hevdîtinê malpera Serokatiya Herêmê daxuyaniyek belav kir û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de heyetê ji bo paşxistina referandûmê alternatîfek pêşniyarî Serok Barzanî kirine. Lê derbarê naveroka alternatîfê de ti agahî nehat dayin.
Serok Barzanî di bersiva xwe de destnîşan kir ku biryara referandûmê ne di destê wî de ye û ev biryar biryara hevpar a partiyan e:
“Biryara referandûmê ne tenê biryara min e, biryareke wisa ye ku bi serokên siyasî yên din ên Kurdistanê re hatiye standin.
“Piştî hevdîtina bi partiyên din re ez ê biryara me ji we re ragihînim.” (HK/FD)