Fotograf: AA - Arşiv
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DYAyê pêşnûmeya xwe ya mueyideyên nû ya li hemberî Koreya Bakur pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) kir û daxwaz kir ku pêşnûme 11ê Îlonê roja duşemê ji dengdayinê re were vekirin.
Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku ambargoya neftê dînin ser Koreya Bakur, dest deynin ser mal û milkên derveyi welêt yên serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û biryara qedexeya geştê ji bo wî derxin, hinardeya tekstîlê û karkirina karkerên Koreya Bakur ên li derveyî welêt bên qedexekirin.
Her wiha mal û milkên Air Koryo şîrketa hewayî ya netewî ya Koreya Bakur yên li Pekîn, bajarên din ên Çînê û bajarê Vladivostok ê Rûsyayê wê bên cemidandin.
Ji bo mueyide bên qebûlkirin divê DYA, Rûsya, Çîn, Îngiltere û Fransa welatên daimî yên KENYê mafên xwe yên vetoyê bikar nînin û ji 15 endaman herî kêm 9 welat dengên erê bidin. (YY/FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka, AA