Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurd li Iraqê got, “Dema me serxwebûn bidest xist wê gavê erka min diqede”.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Barzanî ji Al Arabiyayê re axiviye û pirsên derbarê referandûma serxwebûnê de bersivandiye:
“Ji bo bihevre jiyanê me gelek hewl da. Dema ku nebû, me biryara referandûmê stand. Ji me dixwazin ku em referandûmê taloq bikin. Em jî dibêjin ku ‘alternatîfê bidim me’.”
“Referandûm wê neyê taloqkirin”
Barzanî çarşema borî bi akademisyen û xwendekaran re civînek lidar xistibû û li vir dabû xuyakirin ku referandûm wê neyê taloqkirin û di dema xwe de bê çêkirin.
Hin partiyên siyasî yên li Rêveberiya Herêmî ya Kurd li Iraqê dixwazin referandûm bê taloqkirin.
Barzanî di Hezîrana 2017yê de aşkere kiribû ku wê referandûma serxwebûnê di 25ê Îlona 2017yê de lidar bikeve.
Tirkiye û herwiha rêveberiya Iraqê jî li hemberî biryara referandûmê derdikevin. (YY/FD)