Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hişyariya xwe ya ji bo geşta Tirkiyeyê nû kir û kesên ku wê biçin Tirkiyeyê ji bo “girtinên kêfî” hişyar kir.
Di hişyariya Wezaretê de hat destnîşankirin ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016yê, hejmareke zêde hemwelatiyên Tirkiyeyê hatine desteserkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 54 hemwelatiyên Almanyayê girtî ne ku 11 ji wan ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Di nava van de Deniz Yucel nûnerê Rojnameya Die Weltê yê Tirkiyeyê, çalakvanê mafên mirovan Peter Steudtner û wergêr Meşale Tolu jî heye.
“Dibe ku li herêmên betlaneyê jî çêbibin”
Li gorî nûçeya beşa Tirkî ya Deutsche Welleyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê diyar kiriye ku destekirin dibe li herêmên betlaneyê jî çêbibin.
Wezaretê bal kişandiye ser wan kesan ku girêdanên wan ên şexsî û taybet li Tirkiyeyê hebin, her wiha kesên ku welatîtiya wan a Tirkiyeyê û Almanyayê hebin.
Derbarê hişyariyê de Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabrielî diyar kir ku ne hişyariyeke fermî ye lê lê li gorî nûkirina vê zanyariyê “divê geştyar baldarî hebûna vê xetereya li Tirkiyeyê bin”. (AS/FD)